Print this page

Babê: Leşkerên tirk li ser sînor ciwanek Kurd kuştin!

12:46:59

 

Rojava News: Artêşa tirk welatiyek ji rojavayê Kurdistanê li ser sînorê El bab dema xwest derbasî bakûrê Kurdistanê bibê gulebarankirin û ew kuştin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin welatiyê bi navê Ibrahîm Ehmed Mihemed ji herêma Ezazê ye xwest ku ji sînorê Bab El-Hewa derbasî Tirkiyeyê bibe.

Li gorî hin jêderên Efrînê ; artêşa tirk Mihemed li ser sînor kirin hedef û ew birîndar kirin. Mihemedê birîndar li gel hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da.