13:26:07
Rojava News: Balyozxaneya Amerîkayê ya Enqere hişyarî da ku dibe êrişên terorî li navend û cihên ku kesên biyanî diçin were encamdan.
Balyozxaneya Amerîkayê ya Enqere ji bo welatiyên xwe peyamek belav kir û tê ragihand ku li gorî agahiyên berbidest li Dîlokê polîs li ser “şaneyeke terorê” lêpirsînê dike.
Di peyamê de wiha hat gotin: “Ev agahî dide xuyandin ku terorist dibe ku êrişê navendên bazarê yan jî kafe, xwaringeh û cihên ku kesên biyanî diçin bikin.”
Berdewamiya daxuyaniya balyozxaneyê de wiha hat ragihandin: “Welatiyên Amerîkayê yên li Dîlokê heger herin wan cihan bila ji xwe agahdarbin lê minkûn be bila neçin.”
Balyozxaneya Amerîkayê navê ti rêxistina diyar nekiriye.