Print this page

Li devera Kotolê kurdekî din ji ber kolberiyê hat kuştin!

13:30:29

 

Rojava News: Li Kurdistana Rojhilat û li nêzîkî sînorê Bakûr, kurdekî din ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin.

Şeva borî li gundî Belecûkê li devera Kotolê ya girêdayî bajarê Xoyê, hêzên Îranê gule li welatiyekî kurd bi navê Senar Mihemedî, bi hêceta ku barê qaçax pê re heye, reşandin.

Li gorî agahiyên BasNewsê, Senar di bûyerê de bi giranî birîndar bû lê di dema dibirin nexweşxanê, jiyana xwe ji dest da.

Hat gotin ku Senar Mihemedî xelkê gundê Raziyê û bavê sê zarokan bûye.

Çend roj berê jî kolberekî xelkê gundê Raziyê li ser sînorê Bakûr û Rojhilat, ji aliyê hêzên Îranê ve bi lêdan û îşkencê hatibû kuştin.