00:12:35
Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got, “Alîkariya ku Almanyayê da Hêzên Pêşmerge, hevsengiyên li qada şer guhert.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîra Berevanî ya Almanyayê Ursula von der Leyen, îro (23-09-2016) li Pîrmamê hevdîtinek pêkanîn.
Piştî hevdîtinê civîneke rojnamevanî hate sazkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir ku ev cara çaremîn e Ursula von der Leyen serdana Hewlêrê dike û got:
“Wateyekî mezin ê van serdanan heye. Almanya di tekoşîna li dijî terorê de piştgiriyê dide gelê Kurdistanê, pêşmerge û rêz lihember qurbanîdana pêşmerge digre.”
Serok Barzanî got ku di mijara sereke ya hevdîtina vê carê operasyona Mûsilê bûye û herdu aliyan nêrînên xwe ji hev re parve kirine.
Serokê Herêma Kurdistanê di berdewama axaftina xwe de wiha axivî:
“Hevkariyên Almanyayê yên ji bo pêşmerge, pir bi bandor bûn û hevsengiya li qada şer guhert. Ez bawer dikim ku dê alîkariyên Almanyayê ji bo şerê Mûsilê jî heman encaman bide.”
Wezîra Berevanî ya Almanyayê Ursula von der Leyen jî diyar kir ku bingeha nêzîkbûna hev ya herdu aliyan tekoşîna li dijî terorê ye û got:
“Di vê hevdîtinê de me behsa pêşveûnan kir. Tenê ne mijara alîkariya aborî, me behsa alîkariya siyasî jî kir. Mijara koçberan, dabînkirina çek û pêwîstiyên pêşmergeyan jî hatin gotûbêjkirin.”