00:27:26
Rojava News: Wezîra Berevaniya Elmanya Ursula Von Der Leyen ragehand ku, ciwaniya vê fêrgehê ew e ku em alaya Kurdistan û Elmanya li bane wê hildidin jor.
Îro 23 Eylûlê, di merasîmekê de, li Rêveberiya Mîrey Giştî ser bi Wezareta Pêşmerge ve, Wezîra Berevaniya Elmanya kilîlên fêrgeha serbazî ya Elmanî li bajarokê Behrekê ser bi bajarê Hewlêrê ve radestî Wezareta Pêşmerge kir.
Di merasîmê de Wezîra Berevaniya Elmanya Ursula Von Der Leyen ragehand ku, ciwaniya vê fêrgehê ew e ku em alaya Kurdistan û Elmanya li bane wê hildidin jor.
Ursula Von Der Leyen ragehand jî ku, vekirina vê fêrgeha serbazî nîşana wê yekê ku, pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û welatê Elmanya dê roj li pey roj di hemû waran de bihêztir bibin.
Fêrgeha serbazî ya Elmanya bi 2 milyon û 388 hezar dolarên Amerîkî ji aliyê hikûmeta Elmanya hatiye sazkirin, cihê çakirina otombîlên leşkerî û cihê rahênanê jî têde heye.