12:28:10
Rojava News: Kurdekî din ji aliyê dewleta îslamî ya Îranê ve hat îdamkirin.
Li gorî agahiyan, duh girtiyê kurd Elî Xeyûr li girtîgeha bajarê Tebes ê Îranê hat îdamkirin.
Hat gotin ku ew welatiyê kurd, ku xelkê bajarê Ormiyê bûye, bi tohmeta bazirganî bi madeyên hişber hatibû girtin û bi îdamê hatibû mehkûmkirin.
Li gorî raportên saziyên mafên mirov, komara îslamî ya Îranê hinek caran girtiyên siyasî jî di bin navê qaçaxçiyên madeyên hişber de îdam dike.