Print this page

Til Temir: Çekdarên PYDê avêtin ser ofîsa ENKSê!

12:51:32

 

Rojava News: Li Til Temirê Ofîsa Heremî ya ENKSê ji aliyê çekdarên bi ser PYDê ve hate girtin.

Li gor zanyariyên li jêr destê Rojava News;  Îro  li bajarê Hesekî  navçeya li Temirê çekdarên PYDê avêtine ser ofîsa ENKSê ya herêmî u ofîs ji aliyê çekdarên hemen rêxistinê ve hatiye girtin.

Hat zanîn;  Îro serê sibehî  çekdarên bi ser PYDê bi otomobîlekê hatin ber deriyê ofîsê, û bê ku hişyarî yan jî agahî bidin kesekî yekser ofîs girtin.”

Wek tê zanî berî niha Emindariyê ENKSê Birahim Biro ji aliyê Ayîşa bi ser PYDê ve hatibû ragirtin û piştre jî hate nefîkirin. Herweha  nêzîkî 50 kadiro ye siyasî yê ENKSê jî di zindanê PYDê de ne.