13:34:02
Rojava News: Asayîşa bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê Endamekî Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê(PDK-S) ji gundê Şirke girtin, ew ber bi ciheke nediyar ve birin.
Duh, êvarî Asayîşa Dêrikê Endamekê Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê(PDK-S) bi navê Casim Mihmed Bilê ji gundê Şirikê yê bi ser devera Koçeran li bajarê Dêrikê girtin, li gor malbata wî heta niha çarenivîsa wî ne diyare.
Endamê Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê(PDK-S) Casim Mihmed Bilê berî niha jî di 16ê meha Nîsana borî de jî ji aliyê Asayîşa Dêrikê ve li gundê Xane Serê hatibû girtin û ew bo navenda Asayîşa Girkê Legê biribûn.
Ev bû demek Asayîşa Rojava dest bi girtina Serkirde û endamên PDK-S û ENKS kiriye heta niha dora 50 kesî girtîne.