Print this page

Birîndarên Pêşmergeyan li Tirkiyê têtin dermankirin

3:39:53 PM

RojavaNews: Karwanek ji 62 birîndar ên hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê doh êvarê derbasî Tirkiyê bû da li wir bêtin dermankirin.

Li gorî berpirsê çapemeniya navenda têkiliyên derve di hikûmeta Herêma Kurdistanê de Ebdulxaliq Mihemed ji tora Rudawê re ragihand ku, Tirkiyê dermankirina birîndarên Pêşmergeyan ên di şerê li dijî rêxistina DAIŞê de birîndar bûn pejirand, û got ku, beriya niha jî Enqera hejmarek ji şervanên Pêşmerge derman kiribûn.

Mihemed diyar kir ku, hikûmeta Tirkî wan agahdar kir ku ew amade ye da wan 62 birîndaran derman bike, herweha dê hemû xerçkirinên dermankirinê û yên veguheztinê û mayîna wan birîndaran di nexweşxaneyan de ji hêla hikûmeta Tirkî ve bêtin dayîn.