Print this page

Duhok: Di ruxandina avahiyê de 2 kes mirin gelek birîndarin!

23:31:56

 

Rojava News: Li bajarê Duhokê avahiyeke hilweşiya û di encamê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 13 jî birîndar bûn.

Li gor hatiye zanîn;  li taxa pêşengehên otomobilan a Duhokê di dema rijandina betonê de înşeat hilweşiya 2 karker bicih de jiyana xwe ji dest dan û 13 karker jî birîndar bûn.

Birîndar ji bo nexweşxaneyan hatine veguhestin û herwiha metirsî li ser jiyana hin birîndar heye.

Hat zanîn herdû kesên ku jiyana xwe ji dest dane û yê birîndar xelkê ji Rojavayê Kurdistanê bajarê Qamişloyê ne.

Ta niha sedema ruxandina avahiyê baş nayê zanîn, lê di wê derbarê de lêkolîn hatiye destpêkirin.