Print this page

PDKÎ: Li Pîranşarê pêşmergeyek şehîd bû

23:41:05

 

Rojava News: Hat zanîn ku di şerê çend roj berê yê Pîranşarê de pêşmergeyekî Rojhilatî jiyana xwe ji dest daye.

Şeva 18ê vê mehê li devera Mengûratî ya bajarê Pîranşarê yê Kurdistana Rojhilat, di navbera pêşmergeyên Rojhilatî û hêzên Îranê de şer derketibû.

Derheqê wî şerî de, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) daxuyaniyek da û ragihand, di wî şerî de pêşmergeyekî wan bi navê Rehîm Ebdullahnijad şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew pêşmerge di şer de birîndar bibû lê ji ber giraniya birînan, jiyana xwe ji dest dabû û ji aliyê pêşmergeyan ve hatibû veşartin.

Li gorî daxuyaniya PDKÎ, di şerê Pîranşarê de komek pasdarên Îranê jî hatibûn kuştin û birîndar bibûn.