Print this page

Komîteya Hevbeş a Partiyên Kurdistanî daxwaze serbest berdana kirtiyan dike

2:58:41 PM

RojavaNews: Danezaneke Piştgirtî bi Girtiyan re Miletê Kurd li Sûrî zordarî û bindestî ji bin rêcîmên pey hev re dîtin ji destpêka damezrandina Sûriyayê û ta niha, bi awayeke sîstemkirî û bi piranî di bin destê rêcîma ( بعث ).. Lê bi destpêka raperîna Sûrî, miletê Kurd dilê xwe xweûkirin û destpêka dawiya rêcîma şûfînî, diktatorî, zordest û ( عروبية) dîtin. Lê mixabin di pey re matmay bûn dema projeya dan û wergirtin dîtin di nav bera wan û PYDê re ji sala dûyem a raperînê. Û ew reftarên ku pey re kirin bi her kesekî re ku dijî nerîna wan be, û bi taybet ENKS ji revandin û girtin û şkencekirin û şewtandina ofîsan herweha zordariya li ser azadiya polîtîkî û hizrî, tiştê ku hişt Kurdistana Sûrî bibe zindaneke mezin û reftarên berê yê rêcîma zordestî û ( بعثي ) werin bîra me.. Bi pirbûna van reftarên xwe yên vê dawiyê bi taybet girtina serokên encûmena neştimanî berî bêtir ji heyvekê yek ji zencîra plana wa ye ku dixwazin Kurdistana Sûriyayê vala bikin ji her yekî dijî nerîna wan, tiştê ku kombûna di civaka Kurdî de bêtir kir, herweha dijmanî di nav bera vî miletî de pirtir kir, ev tiştê ku wê bandorên wêranî li ser başeroja miletê me li vî parçî bike, bêgoman wê bandoreke nerê li ser projeya serbixweyî ya bi rêveberiya serok Mesûd Berzanî bike. Û wê nesaziyê di nav bera kurdan bi xwe de li vî parçeyê Kurdistanê bike. Em komîta hevbeşên partiyên Kurdistanî li Belcîka giringiya berdana hemî girtiyên siyasî li zindanên acansê ( وكالة ) didine xweiya kirin. Em wan dikin berpirsiyar ji her tiştekî bibe eger bersiv nehat dan, çi ji tenderustiya girtiyan û çi ji civaka Kurdî. Herweha em ji wan dixwazin ku dev ji van reftarê neberpirsiyar û bêrûmet ji girtin û zordestî û revandin û leşkeriya zorê û birina biçûkan û astengiya azadiyê berdin, û em ji wan re giringiya derbasbûna Pêşmergeyê Rojavayê Kurdistanê didine xwiyakirin ji bo welatê xwe û axa miletê xwe biparêzin.

NAVÊ GIRTÎ ÊN SÎYASÎ YEN PDK-S :

BEHZAD DORSIN ENDAMÊ POLÎTBÎROYA PDK-S

MIHEMED ISMAÎL BERPISÊ RÊVEBER YL POLÎTBÎROYA PDK-S DI 15-08-2016

NESHET ZAZA ENDAMÊ POMÎTBÎROYA PDK-S DI 15-08-2016

Selah Beyro Endamê Desteya Rawîjkarî ya PDK-S di 16-08-2016

Nafi Ebdilah Endamê Komîta Navendî ya PDK-S di 15-08-2016

Ebdilkerîm Bavê pêso Endamê Komîta Navendî ya PDK-S di 15-08-2016

Izet Kurdî Endamê komîta Saxî ya PDK-S di 14-07-2016

Hemed mecîd cefer Endamê Komîta Herêmî ya PDK-S di 16-08-2016

Mihemed mûsa Endamê Komîta saxî ya PDK-S di 15-08-2016

Mihsin xelef Endamê Komîta Herêmî ya PDK-S di 16-08-2016

Silêman Hiznî Endamê Komîta saxî ya PDK-S di 16-08-2016

Mihemed xêr Bavê Dilo Endamê Komîta Saxî ya PDK-S di 15-08-2016

Bextyar resol Endamê Komîta Herêmî ya PDK-S di 17-08-2016

Remedan Ebas Endamê Komîta saxî ya PDK-S di 16-08-2016

Nîdal Selîm Endamê PDK-S di 24-10-2012

Idrîs Elo Endamê Komîta Saxî ya PDK-S di 08-11-2013

Ebdilrehîm Mehmûd Endamê Komîta Herêmî ya PDK-s di 16-08-2016

Xelîl Ibrahîm Endamê PDK-S di 15-08-2016

Omer Salih Cemîl Endamê PDK-s di 15-08-2016

Partya Dymokrat kurdistany – Iran

Partya Dymokrat Kurdistany- Iraq

Partia Yekity Dymokrat kurdi –Sûria

Partya Yekity Kurdi – Sûria

Partya Demokrat Kurdistan a– Sûriyê ( PDK-S)

Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK)

Komîteya Hevbeş a Partiyên Kurdistanî li Beljîka

25/09/2016