Print this page

Libnan … PDK-S xwepêşindanek ji bo serbest berdana girtiyan li dardixe

5:54:19 PM

RojavaNews: Îro roja Yekşemê 25 . 9. 2016 Rêxistina Libnanê ya Partiya Demuqrata Kurdistan Sûriyê xwepêşindanek ji bo serbest berdana girtiyan li dardixist.

Bi beşdariyeke mezin ji revenda kurdî li Libnanê, û blindkirina Ala Kurdistanê û sirûda eyreqîb û banga vegera pêşmergeyên rojavayê kurdistanê, rêxistna libnan ya Partiya Demuqrata Kurdistan Sûriyê îro xwepêşandanek berifre ji bo piştgiriya girtyên siyasî yên di zîndanên PYDê de herwiha şemezarkirina kiryarên PYDê li darxist.

Tê zanîn ku PYD hijmarek Serkird û Endamên ENKSê di dema pêşwaziya wan ji cenazeyê Pêşmergyê Rojavayê Kurdistanê Hebîb Qedrî di 15 . 8 . 2016 girtin û ta niha çarenivîsa wan ne diyare.