Print this page

Serê Kaniyê … Cendirmeyên Tirkiyê Ciwanek armanc kir

6:05:43 PM

RojavaNews: Cendirmeyên Tirkiyê yên li ser sînorê di navbera bakur û rojavayê kurdistanê dimînin cotkarek li bajarê serê kaniyê yê rojavayê kurdistanê armanc kir.

Li gorî agahyan ku cendirmeyên Tirkiyê yên sînorî gule berdan cotkarê bi navê Ebid alqadir Mistefa alxilf ku bixwe xelkê bajarê serê kaniyê ye dema ku di nava zevyê xwe de kar di kir ji destê xwe yê rastê brîndar bû û bo nexweşxaneya roj ya serê kaniyê hat veguhestin .

Tê zanîn ku bi dehan Welatiyên Rojavayê Kurdistanê li ser destê Cendirmeyên Tirkiyê  hatine kuştin.