Print this page

Endamên ENKSê girêva birçîbunê didomênin!

22:36:39

 

Rojava News: Endam û alîgirên Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriye (ENKS) li Kurdistana Bakur gireva xwe ya birçîbûnê berdewamdikin.

Hejmarek ji endam û alîgirên ENKSê ji roja Înê 23 Eylûlê ve li parêzgeha Ruha li Kurdistana Bakur dest bi gireva birçîbûnê kiribûn, daxwaz dikin ku, serkirde û çalakvan ji zindanên Partiya Yrkîtiya Demokrat (PYD) werin azadkirin.

Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Enter Nasan ji BasNews re ragehand: “Berjewendiyên neteweyî yên moletê Kurd li ser PYDê ferzdike ku, siyaseta xwe beramberî ENKSê û Herêma Kurdistanê bide guhertinû rêkeftinên navbera ENKSê û TEV-DEMê ku bi serperiştiya rasterast a Serokê Herêma Kurdistanê MEsûd Barzanî pêkhatibûn cîbicîbike.”

Navborî got: “Siyaseta PYDê bi girtina endam û kadirên ENKSê xizmeta berjewendiyên dijminê doza Kurd dike, divê hemû zindaî werin azadkirin.”

Roja Yekşema borî endamên ENKSê li Cizîra Kurdistana Rojava dawî bi gireva birçîbûnê li ser daxwaza malbatên girtiyan bidawî kirin, bêyî ku Rêveberiya Xweser ku PYDê û hin partiyên ser bi wê ve li Rojava bicîkirine ti riftarekî derbarê wan kesan bike an jî serdana wan bike û li daxwazên wan guhdarî bike.