4:50:27 PM
RojavaNews: Îro danê sibehê careke din leşkerên Tikr li ser sînorê Kobanê li zarokekî 14 salî dan.
Li gorî agahiyan ku zarokê 14 salî dixwest ji gundê Col Begê derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê bibe, lê ew jî ji hêla leşkerên sînorî yên tirk ve hate girtin, û piştî lêdanê ew avêtin aliyê Rojava herwiha di encama lêdanê de guhê wî zarokî birîndar bû û niha li nexweşxaneya Kobaniyê tê derman kirin.
Tê zanîn ku beriya 2 rojan leşekerên Tirk cotyarekî Kurd li Serê Kaniyê gulebarandin, di dema ku di nav zeviyên xwe de kar dikir, û ew cotyar di destê xwe birîndar bû.