Print this page

Li Qamişlo xwepêşandan li dijî rêbazên xwendinê yên PYDê derket

6:08:00 PM

RojavaNews: Îro duşemê 26 . 9 . 2016  li bajarê Qamişlo, bi dehan kes xwepêşandan li dijî rêbazên xwendinê yên partiya yekîtiya demokrat PYDê derketin.

Xwepêşandan li pêşiya dibistana Salih Ebdî li taxa Xerbî destpê bû, dûvre çûn pêşiya rêveberiya perwerdeyê ya girêdayî rêjîma Sûrî li nêzîkî yarîgeha Beledî.

Xwepêşanderan ji PYDê xwestin ku ji dibistanan derkevin û wan vegerînin weke berê, herweha silogan li dijî rêbazên PYDê yên partîtî û îdyolojî bilind kirin.