Print this page

Barzanî: Hevkêşe hatin guhertin

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku, xweragiriya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hevkêşe guherîn û dê ti paşerojek ji DAIŞê re nebe.


Duh, 14ê Kanûnê, Serokê Herêma Kutdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Rêxitsina Hevkariya Islamî  Eyad Emîn Medenî û şanda ligel kir.


Di hevdîtinekê de Sekreterê Giştî yê Rêxitsina Hevkariya Islamî Eyad Emîn Medenî kêfxweşiya xwe bi aramî û asayişa Herêma Kurdistanê anî ziman û spasiya Barzanî kir li ser rola wî di peydakirina wê aramî û asayişê de.


Eyad Emîn Medenî amaje bi qehremaniya Hêzên Pêşemrge di şerê li dijî terorîstan de kir û hêvî xwest ku di demek nêzîk de dawî bi êrîşa terorîstan werê.


Di beramber de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî behsa şerê li dijî terorê ji şanda mêvan re kir û wiha got: “Terorîstên DAIŞê bela û metirsî ne li ser navçeyê û dujminê her corek hizrikrin û ol û mezhebekî ne.”


Barzanî amaje kir ku, çekên du dewletan di destê çekdarên DAIŞê de hene û êrîşî xelkên bêtawan kirine û tawanên gelekî mezin jî encam dane.


Di dawiya axeftina xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê got: “Niha bi xweragiriya Pêşmerge hevkêşe hatin guhertin û xelkê baş li rastiya DAIŞê têgehişt û dê ti paşerojeke wan nebe.”