11:26:41
Rojava News: Hat îdia kirin ku li herêma Bergerayê ya bi ser navçeya Amîdiya Duhokê ve balafireke Tirkiyeyê ketiye xwarê û li gorî nûçeya Rûdawê, PKKê xistina balafirê piştrast kiriye.
Malpera Rûdawê li ser navê peyamnêrê xwe Nasir Elî ragihand ku balafirên Artêşa Tirkiyeyê herêmên Bergere û Gareyê bombebaran dikirin û piştî deh deqîqeyan dengê teqîneke mezin hatiye bihîstin.
Herwiha hat diyarkirin ku balafirên şerî yên Tirkiyê gundên Guzê, Şêrane û Biyê yên bajarokê Dêrelûka girêdayî navçeya Amidyê bombebaran kirin.
Ji aliyekî din ve, Elî ragihand ku çavkaniyên herêmî dibêjin ku balafir li herêma çiyayê Gareyê ketiye xwarê. Rûdawê diyar kir ku peyamnêrê wan pêwendî bi PKKê re daniye û xistina balafirê ji aliyê PKKê bi xwe ve jî hatiye piştrastkirin. Ji aliyê din ve, berpisyarên sînorî diyar kiriye ku nikarin ketina balafirên piştrast bikin û Artêşa Tirkiyeyê jî ti daxuyanî derbarê bûyerê de nedaye.