Print this page

Tirkiye hemû sînorê xwe bi Rojavayê Kurdistanê re bi dîwar dike!

11:54:27

 

Rojava News: Li gor rojnameya Tirkî a Hurrîyetê; Serokê Îdareya Avahîçêkirinê Ergun Turan dide zanîn ku, wan heta niha di navbera Tirkiye û Sûriyê de 200 km dîwar çêkirine. Ew ê di nav 5 mehan de 711 kîlometreya mayî jî çêbikin û sînora Tirkiye û Sûriyê bi temamî bi dîwaran were girtin.

Ergun diyar kir ko bilindahiya dîwaran 3 firehiya wan jî 2 metre ne.  Ger ev proje bi dawî were dê bibe dîwara sêyemîn a herî dirêj a dinyayê.