Print this page

Rîspiyên Kurdên Êzîdî daxwaz kirin: PKKê Vegerê cihê xwe!

12:27:20

 

Rojava News: Rîspiyên kurdên êzidî daxwaz kirin ku Şingal nebe cihê berberiya siyasî û berjewendiyên partiyan.

Nêzîkê 500 rîspî û navdarên kurdên êzidî îro (28-09-2016) li Mezargeha Şerefdîn a qontara Çiyayê Şingalê, ji bo gotûbêjkirina rewşa kurdên êzidî, parastina jiyan û çanda êzidiyan û parastina Çiyayê Şingalê, civînekl pêkanîn.

Qaymiqamê Şingalê Mehma Xelîl ji Rûdawê re got, “Civîna me taybetî li ser parastina çanda êzidiyan e. Çiyayê Şingalê remza parastina çanda êziditiyê ye.”

Xelîl di berdewama axaftina xwe de behsa hebûna hêzên PKKê yên li Çiyayê Şingalê jî kir û got, “Ev demek hêzek ji Rojava ve hatine û li Çiyayê Şingalê û derdorê bicîh bûne. Dixwazin remza parastina êzidiyan ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bikar bînin. Şingal perçeyeke ji Herêma Kurdistanê. Em weke rêveberiya Şingalê naxwazin vê derê ji xwe re bikin Qendîla duwem.”

Fermandarê Pêşmergeyên Kurdên Êzidî Qasim Şeşo jî di civînekî rojnamevanî de ragihand, “Me heta niha 74 ferman dîtin lê me dest ji çiyayên xwe bernedane. Ew partî û aliyên ji derve hatine gotin em ji bo parastina we hatine, me jî got ser çavan. Lê em dibêjin bi hêvî û biratî ji çiyayên me derbikevin. Bila em tiliyên xwe nexin çavên hev. Weke biratî, li Sûriye û Tirkiyê alîkarî bo wan pêwîst be, em ê jî bersivê bidin qenciya wan.”