Print this page

Li Tirkiyê 10 televizyonên Kurdî hatin girtin

Rojava News: Li Tirkyê weşana 10 televisyonên ku bi zimanê Kurdî (Kurmancî û Zazakî) weşandinê dikin hate rawestandin.

Piştî kudetaya leşkarî ya 15ê Tîrmehê li Tirkiyê çê bûye û di çarçoveya ragihandina rewşa awarta li wî welatî de, tevgera di bin navê têkoşîna li dijî terorê de, herî dawî qedexekirina televisyonan jî bi xwe re anî.

Hat zanîn ku, weşana televizyonên Azadî TV, Jiyan TV, Wan TV, TV 10, Zarok TV, û çend televisyonên hate girtin.

televizyonên navborî li ser setelayta “Turk Sat” weşan dikirin û di niha de ekranên wan reş in.

Piştî hewla kudetaya leşkerî ya 15ê Tîrmehê, Tirkiyê hejmarek televisyon û saziyên din yên girêdayî Cimeata Xizmetê ya Fethulah Gulen hatbûn girtin, lê di vê gava dawî de ev televisyonên Kurdî jî bûne armanca dewleta Tirkiyê.