12:53:37
Rojava News: Li Çilaxa berbanga vê sibehê 2016-09-29 çekdarên PYDê avêtin bi ser mala Hesen Ahmed û kurêwî Silêman Hesen Ahmed Endamê Encumenê Şax Yê PDK-Sê desteser kirin.
Li gor zanyariyên gihane destê Rojava News: Îro derengiya şevê demjimêr 01:00 ê nêzîkî 30 çekdarên bi ser PYDê avêtin ser Gundê Şebek mala Hesen Ahmed û kurêwî Silêman Hesen Ahmed yê Endamê Encumenê Şaxê PDK-Sê desteserkirin.
Hat zanîn pîştî ku Silêman Hesen Ahmed ji aliyê çekdarên PYDê ve hatiye girtin, li pêş 3 zarok û hevjina wî , herweha dayik û bavê heqaret û lêdan lê hatiye kirin.
Li gor zanyariyan Silêman Hesen Ahmed rastî gelek nêzîkatiyê ne mirovane hatiye û piştî wê yekê ji ber bi cihekî nediyar ve hatiye revandin.
Li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê endam û asayîşên bi ser PYDê ew nêzikatiyên ne mirovane û desteserkirin, revandin gelek cara li beranber endamê PDK-Sê hatiye kirin.