Print this page

Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanya li Tirkiyê civiyan

Rojava News:  Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Tirkiye kir.

Li gor nuçeya KDP-İnfo; 29 Eylûlê, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazaiya Balyozê Brîtanya li Tirkiye Richard Moore kir, di civînê

Mesrûr Barzanî ragehand: “Hêzên Pêşmerge bi hemahingî ligel hêzên Hevpeyamniya Navdewletî û hêzn Iraqî gotûbêjan dikin jibo şerê rizgarkieina Mûsilê.”

Di civînê de herdû aliyan dawî rewşa siyasî û leşkerî li Iraqê û rojhilata Navîn gotûbêjkirin û telezî li ser hemahingî û pêngavên şikestina DAIŞê kirin û girîngiya hemû navçeyên jêr destê DAIŞê tevî Mûsilê dan nîşankirin.

Derbarê rêvebirina Mûsilê piştî DAIŞê, Mesrûr Barzanî tekezî li ser rêkeftina siyasî di navbera hemû pêkhateyên Mûsilê kir û ragehand: “Ti gumana li cem min nîne ku di dawî de wê DAIŞê têkbiçe, lê belê girîng e kar jibo

durûstkirina baweriyê di navbera hemû pêkhatiyên Iraqê de were kirin ji bo pêkanîna aştiya civakî.”

Herwiha behsa wê yekê jî kir: “Pêşmergeyên Kurdistanê jibo rizgarkirina Mûsilê berdewam ligel hêzên Iraqî û Hevpeymana Navdewletî li dijî DAIŞê

gotûbêjan dikin.”