Print this page

Alîgirên ENKSê li Qamişlo xwepêşandanek lidarxistin!

00:44:52

 

Rojava News: Li bajarê Qamişlo (2016 09 30 de)  ji aliye alîgirên Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) xwepêşandanek hate lidarxistin û daxwaza azadkirina endamên girtî yên ENKSê hate kirin.

Alîgirên ENKSê li pêşiya Mizgefta Selman Elfarsî ta li taxa Entiriyê di xwepêşandana kul i darxistin de daxwaza berdana 37 girtiyên, di zîndanên PYDê de kirin.

Hat zanîn di dema xwepêşandanê de hêzên  asayiş bi ser PYDê 2 kesên din binçavkirin.

Herweha di dema xwepêşandanê de jî  endamekî PYDê êrîşî xwepêşandêran kir û ligel Endamê Encumena xwecihî ya Rojhilatê Qamişlo Hêvîdar Ebas, bi şer hat.

Heta niha jî zêdetirî 37 girtyên ENKSê di zindanên rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ne û hê jî nehatine dadgehkirin.