11:50:41
Rojava News: Hat zanîn ku 6 welatiyên kurd ên Kurdistana Rojava, ji aliyê hêzên Tirkiyê ve radestî çekdarên rêxistina îslamî ya El Nusra hatine kirin.
Li gorî agahiyan, çend roj berê komek welatiyên devera Raco ya Efrînê dixwestin derbasî aliyê Bakûr bibin lê rastî êrişa hêzên Tirkiyê hatin. Di wê bûyerê de zarokek hatibû kuştin û çend kes jî birîndar bibûn.
Hat gotin ku dê û bavê wê zarokê û 4 kesên din ji aliyê hêzên Tirkiyê ve, bi rêya deriyê sînorî yê Bal El Hewayê re teslîmî çekdarên El Nusra yên li bajarê Idlibê yê Sûriyê hatine kirin.
Li gorî agahiyan, dê û bavê wê zaroka ku hatibû kuştin, birîndar in.