12:52:52
Rojava News: Kanala televîzyonê ya Med Nûçe ji aliyê satilayta esmanî ya Eutelsatê ve weşana wê hate rawestandin.
Şîrketa satelaytê ya Fransî Eutelsat li ser daxwaza Tirkiyê berî naha hişyarî dabû kanala televizyonê ya Med Nûçe ku nêzîkî PKKê ye û îro saet 11:00 weşana televizyonê hate rawestandin û ekrana televîzyonê hate reşkirin.
Balkêşe li Tirkiyê nêzîk 20 televîzyon û radyoyên kurdî hatin girtin û demekî waha de jî televîzyona Med Nûçe li ser daxwaza Tirkiyê ku televîzyonekî nêzîk PKKê ye hate girtin.
Med Nûçe sala 2013ê dest bi weşanê kiribû.