Print this page

Birîndarekî teqîna Hesekê li Duhokê jiyana xwe ji dest da

 

12:12:25

Rojava News: Yek ji wan birîndarên teqîna bajarê Hesekê, ku li nexweşxaneya bajarê Duhokê dihatin dermankirin, jiyana xwe dest da.

Îro danê sibê 4 birîndarên teqîna şeva borî ya Hesekê derbasî bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistanê hatibûn kirin. yek ji wan birîndaran ji ber giraniya birînên xwe jiyana xwe ji dest da.

Di teqîna Hesekê de, ku êrişeke xwekujî bû û ji aliyê DAIŞê ve hatibû kirin, zêdetirî 100 kes hatibûn kuştin û birîndar bibûn.