12:34:54
Rojava News: PDK Bakur ragihand ewlehiya Rojavayê Kurdistanê encax bi artêşeke neteweyî ya hevpar mimkun e.
PDK Bakur derbarê teqîna bajarê êrişa xwekujî ya li bajarê Hesekê de daxuyanî da û ragihand: “Vê êrîşê careke din nîşan da ku DAIŞ dujminê mirovahiyê ye û rêxistineke xwînmij e.”
PDK Bakur diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê ji bo pêşîlêgirtina êrîşên bi vî rengî tenê riyek heye; ev rê jî avakirina yekitiya hêzên kurdan e.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em babga xwe dubare dikin; ewlehiya Rojavayê Kurdistanê encax bi artêşeke neteweyî ya hevpar mimkun e. Ji ber vê yekê divê rê bidin ku Pêşmergeyên Rojê demildest derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.
Divê PYD demildest helwesta xwe ya hişk û tund a derbarê vê mijarê de biguherîne. Eger PYD di vê helwesta xwe de israr bike û rê nede derbasbûna pêşmergeyên Rojê, wê çaxê guneh û berpirsyariya van komkujiyan dê bikeve stûyê PYDê.”
PDK Bakur êriş şermezar kir ji birîndaran re şîfa û ji şehîdan re jî rehma Xwedê xwest.
Duhî şevê din li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê li salona dawetekê êrişeke xwekujî pêk hatibû di encamê de 25 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn û 80 kes jî birîndar bûn û piştî êrişê rêxistina DAIŞê berpirsyariya teqînê girtibû ser xwe.