03:28:13
Rojava News: Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYAyê Mark toner amaje kir ku ew yekitya xaka Sûriyeyê dixwazin lewma jî ew li dijî avakirina sîstema federasyonê ya li Rojava ne.
Toner di civîna xwe ya çapemeniyê ya rojane de derbarê avakirina federasyonê ya bi destê PYDê ya li Rojava hin nirxandin kir.
Toner diyar kir ku pêşeroja Sûriyeyê wê gelê Sûriyeyê diyar bike û ew piştevaniya yekitiya xaka Sûriyeyê dikin. Toner daxuyand ku li gorî Saziya Gelemper ya Neteweyên Yekbûyî pêşeroja Sûriyeyê wê ji hêla gelê Sûrieyê ve bê diyarkirin û ew dixwazin li Sûriyeyê sîstemeke demokrat ava bibe.
Toner da zanîn ku divê hemû aliyên li Sûriyeyê di çarçoveya biryara Neteweyên Yekbûyî de di nava hevkariyê de tevbigerin û got: 'Em naxwazin ku hin komên li Sûriyeyê sîstem û sînorê xwe eşkere bike.'