03:48:00
Rojava News: Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir ku ji bo têkbirina DAIŞê hevkariyê bi Bexdayê re dike.
Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden bi rêya telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re axivî.
Barzanî û Biden tekezî li ser têkşikandina DAIŞê û operesyona rizgarkirina Mûsilê kir.
Joe Biden piştevaniya welatê xwe ji bo plana serbazî ya operasyona rizgarkirina Mûsilê dubare kir.
Her di vê pewendiya telefonî de, behsa çawaniya lihemberderketina pirsgirêka koçberan hate kirin û cîgirê serokê Amerîka, hûrgiliyên pilana welatê xwe derbarê pirsa koçberan û alîkariya darayî bo pêşeroja Mûsilê anî ziman.
Derbarê têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de, Koşka Spî balkişand ser vê yekê, ku Barzanî û Biden, pêbendbûna xwe bi hevbeşiya stratîjîk di navbera Amerîka û Iraqê de nîşan dane.
Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden spasiya Barzanî kiriye, ku hemahengî li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bo şerî li dijî DAIŞê û avakirina aramiya Iraqê kiriye.
Li hember de Mesûd Barzanî, spasiya gel, hikûmet û artêşa Amerîka kir, ku di şerê terorê de wek Pêşmerge beşdarî kirine û ev yek jî anî ziman, ku Herêma Kurdistanê şerê dijî terorê bi erekekî exlaqî û mirovî dizane.
Ev peywendiya telefonî ya navbera Barzanî û Biden, di demkê de ye, ku hefteya derbasbûyî di heman rojê de, û rojekê berî serdana Barzanî bo Bexdayê, Biden peywendî bi Barzanî re kiribû û çend pirs bi hev re gotubêj kiribûn.