RojavaNews: Îro, li bajarê Hesekê şer di navbera hêzên rejîma Esed û YPG li bajarê Hesekê derket û di encam de hin taxên Kurdan ji aliyê rejîmê ve hatin topbarankirin .
Hat naskirin ku hejmareke çekdarên YPG ku baskê leşkerî yê PYD ye jiyana xwe ji dest dane û hejmarek birîndar ketine.
Tê zanîn ku bajarê Qamişlo ku ji mezintirîn bajarê kurdî ye û heta niha di jêr desthilata rejîma Esed ye û rewş lê aram e û tu şer di navbera YPG û rejîmê li Qamişlo ta niha rû neda ye.
Ev e ne cara yekê ye ku şer di navbera hêzên rejîma Esed û YPG li Hesekê derdikeve,lê her car tê rawestandin û lihevhatin di navbera wan de çê dibe.