Print this page

Demografiya Hesekê bi temamî guheriye

11:07:39

 

Rojava News: Hat zanîn li bajarê Hesekê hejmara kurdan roj bi roj kêm dibe û demografiya bajêr hema hema bi temamî guheriye.

Li gorî agahiyên li ser malperên kurd hatine bidestxistin, demografiya Hesekê bi temamî guheriye. Tê gotin ku hejmara kurdan ya li Hesêkê ti caran wek ev 3 salên dawî ew qasî kêm nebûye.

Tevî ku şer li Hesekê bi dawî bûye û di navbera hikûmeta Suriyê û rêveberiya Xweser de rêkeftin çêbûye,dîsa jî kurd ji bajêr diçin.

Derbarê xizmetguzariyên li taxên kurdan ji aliyê rêvbereya xweser ve tên pêşkêşkirin, welatî dibêjin ku tevî dabînkirina mazot û xazê, lê pirsgirêka avê û elektrîkê berdewam e.