13:04:03
Rojava News: Taxa Şêxmeqsûd îro danê sibehê dîsa hate topbarandin û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da.
Terorîstên grubê Tundrewê Îslamî îro saet 10:00an de bi topên 'El -Fîl' êrişî ser taxa Şêxmeqsûdê kirin.
Êriş ji aliyê bajarokê Kifir Hemre ya li bakurê bajarê Helebê dikeve êriş kirin.
Di encama topbarana dijwar heta niha 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 4 sivîl jî birîndar bûn.