Rojava News: Serokatiya Herêma Kurdistanê li dijî avakirina “Encumena Êzîdiyên Şingalê” û hewlên avakirina “Kantona Şingalê” ji aliyê PKKê ve nerazîbûn nîşan da û ragihand, ew kar li dijî îradeya gelê êzîdî û hemû gelê Kurdistanê ye.
Nerazîbûnên li dijî hewlên avakirina “Kantona Şingalê” didomin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de nerazîbûna xwe li dijî wê yekê nîşan da û ragihand, Şingal beşek ji Kurdistanê û xwedanê sazî û îdareyên xwe yên fermî ye û erka birêvebirin, alîkarîkirina xelkê, vegerandina koçberan û parastina Şingalê li ser milê wan saziyan e.
Di daxuyaniyê de avakirina “Encumena Êzîdiyên Şingalê” û hewlên avakirina kantonê li wê deverê “neqanûnî” hat zanîn û wiha hat gotin:
“Ti kes û hêzek nikare ti îdareyeke kartonî û li derveyî îradeya gelê Şingalê bi zorê li wê deverê ava bike, çimkî eger tiştekî wisa bê kirin dê rastî karvedanên tûj were.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê di dawiyê de ragihand ku bila gelê Şingalê piştrast bin ku Şingal dê bi fermî vegere ser Herêma Kurdistanê.