Print this page

Qamişlo: 3 bizîşk serbest berdan

Rojava News: Li Qamişlo, duh 3 pizîşkên Komîteya Tenduristiyê ji aliyê asayiş abi ser PYDê hatibûn girtin. Îro danê êvarê serbest hatin berdan.

Bi behaneya ku belgeyên sexte radestî nexweşan dikin ji bo ji Rojava derkevin û berve bi başûrê kurdistanê ve biçin, duh danê êvarê Asayişa Rojava 3 pizîşkên Komîteya Tenduristiyê (Zuhrab Orhan, Mesûd Şêxmûs û Yihiya Sedûn) girtibûn.

Weke lirûderketinekê li dijî vê kiryara PYDê, nêzî 40 bizîşkên bajêr serî li Serokê Desteya Parastinê Ebdilkerîm Saroxan dan û ji wî re tekez kirin ku, bizîşkên girtî ji vê tuhmetê bê sûc in.

Li gor berpirsên Desteya Tenduristiyê, heger ev tawan li ser bizîşkên girtî bê tekezkirin, ji bilî sezakirinê dê ji Komîteya Tenduristî jî bên dûrxistin.

Îro danê êvarê her sê bizîşk (Zuhrab Orhan, Mesûd Şêxmûs û Yihiya Sedûn) ji aliyê Asayişa bi ser PYDê ve serbest hatin berdan.