Print this page

Parlamenterê êzîdî: PKK naxwaze Şingal zû were rizgarkirin

Rojava News: Parlamenterê Iraqê yê êzîdî Mehma Xelîl li ser hewlên PKKê yên ji bo avakirina “Kantona Şingalê” ragihand, ti xêra avakirina kantonê li Şingalê ji bo Şingalê tine û wiha got: “Bila PKK li Amed û Kobanî kantonan ava bike emê jî piştgiriyê bidin wê.”

Endamê Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl ku kurdekî êzîdî ye, li ser hewlên PKKê yên ji bo avakirina kantonê li devera Şingalê  got, avakirina kantonê li Şingalê tê wateya perçekirina Kurdistanê û wiha axivî:

“Avakirina kantonê li Şingalê nahêle komkujiya kurdên êzîdî wek jenosîd bê naskirin her wiha nahêle xelkê Şingalê vegere ser warê xwe.”

Wî parlamenterê Iraqê her wiha diyar kir ku avakirina kantonê li Şingalê ne bi sûda Şingalê ye ne jî bi sûda gelê Şingalê ye û wiha axivî: “Em ti carî qebûl nakin ku PKK li Şingalê kantonê ava bike. Eger dixwaze bila li Amed û Kobanî ava bike emê jî piştgiriyê bidinê.”

Herweha got;  “Şingalî dixwazin Şingal were avakirin û bibe parêzgeh, her wiha ziyanên wan ên madî û manewî were qerebûkirin. Dayîk, xûşk, jin û mirovên wan ji destê DAIŞê bên rizgarkirin.”