Print this page

BAB Û EZAZ - 'Bi tapoya Osmanî erdê Kurdan e'-

23:25:32

 

Rojava News: Lêkolîner û Nivîskar Elî Muslim “welatiyên Kurd ên her du bajarên Bab û Ezazê, bo mulkên xwe tapoyên serdema Împeratoriya Osmanî hene.”

Lêkolîner û Nivîskar Elî Muslim beşdarî bultena nûçeyan a Rojavayê Kurdistanê ya televizyona Rûdawê bû û derbarê rewşa her du bajarên stratejîk ên li bakurê Helebê û di navbera her du bajarên Efrîn û Kobanî de, bajarên Bab û Ezazê de zanyarî dan.

Elî Muslim ragihand, ku rewşa bajarê Babê di dema niha de, weke rewşa Kobanî ya berê (dema êrişên DAIŞê) ye û da xuyakirin, ku rewşa Babê gelek hesas e.

Elî Msulim derbarê nifûsa Kurdan li her du bajarên Bab û Ezazê de got, ku zêdetirî 400 hezar welatiyên Kurd li wan her du bajaran û derdora wan dijîn. Muslim herwiha da xuyakirin, ku di salên borî de gelek Kurd ji wan her du bajaran jî hatine derxistin û yan jî ji ber sedemên cor bi core w dever bi cih hiştine.

Vî lêkolîner û nivîskarî herwiha amaje bi wê yekê kir, ku hêj bi dehan gundên Kurdan li derdora bajarê Babê hene.

Elî Muslim destnîşan kir, ji nifûsa herî kêm 400 hezariya Kurdan li her du bajarên Bab û Ezazê, derdora 100 hezar kesî di nava bajaran de û yên din jî li derdorê dijîn, lê tevî nasnameya wan a Kurdî, piraniya wan kurdiya xwe ji bîr kirine.

Elî Muslim amaje bi wê yekê kir, ku kurdên li Babê û Ezazê li ser mulk û warê xwe ne û ew dever cih û warê wan ê kevnar e.

Muslim destnîşan kir, ku welatiyên Kurd ên her du bajarên Bab û Ezazê, bo mulkên xwe tapoyên serdema Împeratoriya Osmanî hene.