12:47:14
Rojava News: Cîgirê Serokê AK Partiyê yê Şaxê Qelgeliya Wanê Aydin Muştu li ber deriyê mala xwe rasta êrişa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da.
Li gor agahiyan duh bi şev Cîgirê Serokê AK Partiyê yê Şaxê Qelgeliya Wanê Aydin Muştu li taxa Aşagi Mollahasan li ber mala xwe rasta êrişa çekdarî hat.
Li gorî îdiayan komeke gerîlayên PKKê li ber mala wî bi çekên lûledirêj gule berdana Aydin Muşta. Di encama êrişê de Muşta li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Leşkerên Tirkiyê piştî bûyerê li herêmê dest bi operasyonê kirin.
Parêzgeriya Wanê amaje kir ku êriş ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatiye encamdan lê PKK hêj derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedaye.