Print this page

Qamişlo: Saziyên mirovî nikarin serdana girtiyên siyasî bikin

 

Rojava News: Rewşa tenduristî ya hin endam û serkirdeyên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di girtîgehên Rêveberiya Xweser ya bi ser PYDê de roj bi roj aloztir dibe, hin ji wan jî ji ber rewşa wa ya xirab ji bo nexweşxaneyên Qamişlo hatine veguhestin. Serkirdên ENKS'ê dibêjin ku Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di ber saxlemiya wan de berpirsyar e. Herwiha bang li saziyên navdewletî dikin, da ku di zûtirîn dem de hemû girtiyên ENKS'ê serbest bêne berdan.

Berpirsên Hin saziyên mirovî li Rojavayê Kurdistanê serdana hin zindanên Rêveberiya Xweser Ya bi ser PYDe  kirine, lê ta niha derfet ji bo wan nehatiye dayîn, da ku serdana endamên ENKS'ê yên di girtîgehan de bikin.

Berpirsên Saziya Berevaniya Miletên di Jêr Gefê de tekez dikin jî, ku divê çi siyasetmedarên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de serbest bêne berdan, ji ber berdewamiya girtina wan, pisgirêkan li Rojavayê Kurdistanê zêdetir dike.

Di 15ê meha Tebaxa borî de nêzî 20 kesî ji endam û serkirdeyên ENKS'ê ji aliyê Asayîşa Rojava ve hatine girtin, di girtîgehan de jî rewşa tenduristî ya gelekan ji wan lawaz bûye û li gor bizîşkên deverê, berdewamiya girtina wan gefê li ser jiyana wan çê dike.

Berpirsên Rêveberiya Xweserr ya bi ser PYDê  ji aliyê xwe ve dibêjin ku, ti kes bêyî dadehkirinê serbest nayê berdan, di demekê de ku deriyê girtîgehên ku endam û serkirdeyên ENKS'ê dihewîne, ta niha ji bo ti saziyên mirovî yan yên civaka sivîl nehatine vekirin.