Rojava News: Li navçeya Geverê ya Comelêrgê, dohî li Taxa Cumhuriyetê teqîn pêk hat. Teqîn li ciyê ku zarok ji xwe re dilîzin pêk hat û di encamê de 1 jê bi giranî 3 zarok birîndar bûne. Lê zarokê 10 salî yê bi navê Umut Ayvalik jiyana xwe ji dest da.
Li Taxa Cumhuriyetê ya navçeya Geverê nêzîkî Dibistana Vali Erdogan Gurbuz a ku rûxiyayî di dema lîstina zarokan de teqînek pêk hat. Li gorî zanyariyan, zarokan cismek li erdê dîtine û pê lîstine.
Di vê esnayê de teqîn çêbûyê û sê zarokên ku temenê wan di navbera 10 û 11an dene yên birîndar bûne ku navên wan Umut, Hakan û Ruken Ayvalik e.
Ambulansan zarokên birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Piştî ku zarok rakirin nexweşxaneyê zarokê 10 salî yê bi navê Umut Ayvalik jiyana xwe ji dest da. Dermankirina zarokan berdewam dike.