Print this page

Nêrîna rêxistinên Bakurê Kurdistanê li ser “Kantona Şingalê”

Rojava News: Roja 14ê Çile PKKê û YNKê li ser Çiyayê Şingalê civînek li darxistibûn û piştî civînê encûmenek bi navê “Encûmena Kantona Şingalê” ragihandin.

Di 14’ê Çile de li sere Çiyayê Şingalê hejmarek ji serkirdeyên PKKê û nûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civînek pêk anîbûn. Piştî  civînê pêkanîna “Encûmenê Kantona Şingalê” ku ji 27 endaman pêk tê, hatibûn ragihandin. Piştî ev ragihandin ê aliyên siyasî yên  Bakurê Kurdistanê nêrînên xwe ji BasNewsê re anîn ziman.


HAK-PAR afirandina kantona Şingalê parçekirina Kurdistanê ye


Derbarê afirandina Kantona şingalê de Serokê Navenda Partiya Maf û Azadiyê (HAK-PAR) a Diyarbekir Vasif Kahraman da zanîn ku ev afirandina Kanatona parçekirina Kurdistanê ye û wiha got: “Di civînê de hinek tişt derketin holê. Derbarê Şingalê de diyar kirin  ku ji bo xelkên Êzdî wê kanton bê avakirin.  Lê Alîkarê Berpirsê Melbenda YNKê li Mûsilê, Kebîr Goran ragihand, ew civîna ku li ser çiyayê Şingalê hatibû lidarxistin, ji bona avakirina “Kantona Şingalê” nebû tenê ji bo yên ku li devera Şingalê ne, hatibû lidarxistin. Behsa kantona nehatibûn kirin.”


Kahraman diyar kir ku Kanton ne tiştekî başe ji bo kurdan. Pêwîste ku şingalî xwe biparêzên û da zanîn ku “ Şingal girêdayê Kurdistanê ye. Kanton ji bo kurdan ne tiştekî başe. Kanton parçekirina kurdane. Em dixwazin ew der seranser heta Sûriyê kantonê ku avakirine ev jî li dar bixin û ev jî bikin Kurdistanek azad û serbixwe. Dema ku kanton ava bibe ê di pêşarojê de di nav kurdan  de parçebûnî çê bibe. Bi Kantonan Kurdistanek mezin çê nabe. Çar aliyê me bi dişmina pêçayine. Dema ku em parçebûna bikin tiştek li ser nakeve. PKK serxwebûna kurdan naxwaze. Dixwazin parçe parçe kanton kanton tiştek çê bikin.”


PAK: Pêwîste Kurdistanek azad bê avakirina ne kanton


Cigîrê Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Nûrî Sinir jî destnîşan kir ku avakirina kantona parçekirina kurdan e û wiha axivî: “Pêwiste ku  Kurdistanek azad ava bikin lê bi kantona ê Kurdistan parçe bibe. Bi rastî em Kantona ne rast dibînin. Ji bo pêşketina kurdan û Kurdistanê bikin yek parçe serxwebûn li pêş bixin. Pêwiste ku hemî civak xwe bi parêze.”


  1. N.K: PKK û YNKê berjewendiyên gel dikin qurbanê xwe


Ji aliyê xer ve Berdevkê Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê Jiyan Timurtaş di daxuyaniyekê ji BasNewsê re ragihand ku, ew wekî Ciwanên Netewî yên Kurdistanê avakirina Kantona Şengalê li dijî berjewendiyên netewî yên kurd û Kurdistanê dibînin û bi tûndî şermezar dikin û wiha berdewam kir “Li gor me hewldaneke provakatîf û lîstikeke tarî ye û xizmeta yêkrêziya kurdan nake. Di heman demê de dijî kanûnên Herême Kurdistanê ye û ne meşrû ye. Jixwe tu fermiyeta PKK’ê di rêvebirina îdarî û siyasî ya Herêma Kurdistanê de tine. Lewra ev helwesta PKK’ê li hemberê Herêma Kurdistanê bêrûmeti ye.Jixwe Kurdistan 4 parçe ye û li başûr jî 2 îdareyên cûda hene. Avakirina kantona Şingalê dê parçekirina Kurdistanê zêdetir bike û ev yek dê kêrî dijminên kurdan bê.Divê ku PKK û YNK axa Kurdistanê biparêzin. Ne ku erdên Kurdistanê ji hevûdû cûda bikin.”


C.N.K dibîne ku “Ji vir xuya dike ku PKK’ê û YNK’ê berjewendiyên Kurdistanê dikin qûrbana berjewendiyên partî û siyasetên xwe. Wekî em ji nêzîk ve jî dizanin ku PKK her tim dijî dewletbûyîna kurdan derdikeve û rayedarên wan gelek caran vê yekê bi daxuyaniyên xwe eşkere dikin. Lewra ev helwesta wan a parçekirina Kurdistanê ji bo me ne xerîb e.”


HDP: Kanton heba DAIŞê zilm li Şingalê nedikir


Endamê Navenda Meclîsa HDP’ê Mustafa Avci jî da zanîn ku di pergala cihanê de kanton tiştek nû nîne.  Kantona ku bê afirandin ne wek Kantonên Ewrupayê ye û wiha anî ziman: “Ev Kantona ku li Rojava hatiye avkirin niha wê li Şingalê bê afirandin. Wek kantona Ewrupa nîne. Dema ku em xweseriya demokratîk dinirxînin wek xweseriya klasîk nîne. Pêwiste  ku em rengê kantonê sîstema kantona baş bizanin. Her tiş di nav wan kantonan de cih digre. Di pergala kantonan de îktîdar tune zilm zordestî tune. Kanton di esasê xwe de xwe bi xwe birêve kirine. Pewîste ku gel civak  xwe bi xwe birêve bibe. Bikaribe xwe biparêze. Ger ku ev kanton berê li Şingalê bihatana afirandin bi rêk û pêkî wê zilm û zordariya ku DAIŞ li ser Şingalê pêk tîne derneketana holê. Îro li Rojava kantona tûnebana zûda Kobanê biketana destê DAIŞ.”