Print this page

Serokê Herêma Kurdistanê û Adil Ebdûlmehdî civiyan

13:20:59

 

Rojava News: Îro 13.10.2016ê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel rêveberê payebilind ê encûmena bilind a Îslamî ya Iraqê Adil Ebdulmehdî re hevdîtinek pêkanî.

Di hevdîtinê de li ser rewşa ewlehiyê û amadekariyên bo operasyona azadkirina Mûsilê hate gotûbêjkirin û di vê derbarê de hemahengî û alîkariya navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman hate nirxandin.

Malpera serokatiya Herêma Kurdistanê wêneyekî naveroka hevdîtinê ji BasNewsê re şand û naveroka hevdîtinê waha ye:

Îro 13.10.2016ê li Selahedînê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li siyasetmedar û rêveberê encûmena bilind ê îslamî ya Iraqê Adil Ebdulmehdî kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û serdana serok Barzanî û şandeya li gel bo Bexdayê hate gotûbêj kirin û behsa rêçareyên pirsgirêkan hate kirin. Her dû aliyan teqez kirin ku, divê gotûbêj û li hevtêgeheştin di navbera aliyan de hebe ku pirsgirêk çareser bibin.

Di beşekî din ê hevdîtinê de li ser rewşa ewlehî û amadekariyên operasyona azadkirina Mûsilê û vê derbarê de hemahengî û giringiya alîkariyên navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman hate nirxandin.