Print this page

Otombîleke bombekirî di nava DAIŞê de teqiya

 

Rojava News: Di dema bombekirina otmbîlekê de ji aliyê çekdarên rêxitsina DAIŞê li bajarê Bab ê ser bi Helebê ve, otombîl bi çekdarên wê rêxistinê de teqiya û hejmareke zêde ji wan hatin kuştin.


Çekdarên DAIŞê otombîlek bombe dikirin da ku kiryareke xwekujî li bajarê Kobanê yê pêk bînin, lê berî ku bombekirina otombîlê bidawî were, otombîl teqiya û ziyaneke madî ya mezin gihande baregeheke çekdaran û hejmareke zêde jî ji çekdaran hatin kuştin.

 

Di van demên dawiyê de, ji ber ku hêza çekdarên DAIŞê de nemaye ku êrîş û rûbirûbûnên rasterast pêk bînin, çekdaran berê xwe dane bombekirina otmbîlan û teqandina wan li navçeyîn di bin kontrola hêzên Kurdî de li Kobanê.