2:31:54 PM
RojavaNews: Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) derbarê girtiyên siyasî ji aliyê çekdarên PYD ve beyanameyek belav kir.
Îro, Sekretariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) derbarê girtiyên siyasî beyanameyek bo raya giştî belav kir, tê de girtina siyasetmedar û çalakvanan bi tûndî şermezarkir, û bang li civaka navnetewî û aliyên Kurdistanî kir ku, rê li ber kiryarên PYD bigre.
Piştî ku, PYD rê da malbatên girtiyan ku girtiyên xwe bibînin, navê du girtiyan li cem wan nebû û PYD ji malbatên re got ku, zarokên wan ne li cem wane, ew her du girtî jî berpirsê tevgera Ciwanên Kurd Alan Selîm Ehmed û nûçegihanê Yekîtî Mîdya ne.
Tê zanîn ku, ew her du girtî ligel Endamê Komîteya Siyasî ya partiya Yekîtî û Cîgirê Sekretê wê Hesen Salih û Ebdula Gedo re ji aliyê PYD ve hatibûne girtin, û niha PYD dibeje ku, ew kes ne di zindanên wan de ne, ev yeke jî bûyê cihê metirsiya malbatên wan.