Print this page

Li Kobanê bombeyek bi Welatiyekî de teqiya

3:29:29 PM

RojavaNews: Îro roja Şemiyê bombeyeka çandî ji paşmayên DAIŞê bi Welatiyekî de  ji gundê Comê yê bi ser bajarê Kobanê ve teqiya.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin , ku îro bombeyeka çandî bi Welatiyê bi navê Serbest Mehmûd ê temen 24 salî di dema ku nobedriya zeviyên xwe dikir teqiya, û di encamde ew ji lingê xwe ve birîndar bû.

Tê zanîn ku bi dehan ji Welatiyan jiyana xwe ji destdan di encama bombeyên çandî ji paşmayên DAIŞê.