Print this page

Li Dîlokê emîrê DAIŞê yê ku fermana çalakiyên xwekujî dida hat kuştin

12:48:31

 

Rojava News: Li gorî zanyariyên berdest, li Dîlokê emîrê rêxistina terorîst ê DAIŞê ku fermana çalakiyên xwekuj dida di operasyonekê de hat kuştin.

Di çarçoveya operasyonên dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de emîrê rêxistinê yê Dîlokê Mehmet Kadîr Cabelê ku planên çalakiyên rêxistinê yên li seranserê wilayetê amade dikir, alîkariya lojîstik dida û rêvebiriya hucreyê yên çalakvanên xwekujiyê dikir hat kuştin.

Piştî operasyona hêzên ewlehî yen bajarê Dîlokê, emîrê rêxistina terorîst ê DAIŞê Mehmet Kadîr Cabelê ku planên çalakiyên rêxistinê yên li seranserê wilayetê amade dikir, alîkariya lojîstik dida û rêvebiriya hucreyê yên çalakvanên xwekujiyê dikir di operasyoneke taybet de hat kuştin.

Di operasyonê de 2 zarok û xanima Mehmet Kadîr Cabele jî bi saxîtî hatin desteserkirin.