Print this page

Serokatiya Kurdistanê: Barzanî û Ebadî bi hev re saeta destpêkirina şerê Mûsilê destnîşan kirin

13:25:04

 

Rojava News: Hat zanîn ku gava destpêkirina operasyona azadkirin Mûsilê, ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ve hatiye destnîşankirin.

Îro danê sibê saet 6, qonaxa yekemîn a operasyona Mûsilê bi beşdarbûna bi hezaran Pêşmerge, serbazên Iraqî û çekdarên xwebexş ên Mûsilî dest pê kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de ku nusxeyek ji BasNewsê re hatiye şandin, daye zanîn ku gava destpêkirina operasyona Mûsilê ji aliyê Barzanî û Ebadî ve hatiye destnîşankirin.

Di daxuyaniyekê de hatiye ragihandin ku derengiya şeva borî, Serok Barzanî û serokwezîr Ebadî bi telefonê peyivîne û saeta destpêkirina şerê azadkirina Mûsilê destnîşan kirine.