Rojava News: Hêzên rejîma Esed taxa Salihiyê gereka kurdan li Hesekê topbaran dikin û heta niha 8 sivîlên Kurd di encama topbaran de bûne qurban.
Hêzên rêjîma Sûriyê ji doh sibehê de taxa Salhiyê ya kurdan li Hesekê bi giranî topbaran dikin û heta niha di encama topbaranê de 8 sivîlên kurdên sivîl hatine kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûne.
Ji ber topbaranê xelkê Salihiyê malên xwe bi cî dihêlin û berê xwe didin taxên din ên bajêr.
Ji aliyê xwe ve, parêzer û mafnasê Kurd Omran Mensûr da zanîn ku, ji encama şer hejmarek kesê sivîl canê xwe ji dest dan, tevî ku 5 şervanên YPGê şehîd bûne û 10ê din jî birîndarin, herwiha 17 leşkerên rejîmê û çekdarên alîgirên wê jî hatine kuştin, tevî ku 23 çekdar ji aliyê rejîmê li cem YPGê ve dîlgirtî ne.
Lê ji doh êvarî ve dengê topa hinekî kombûye li gor tê iddiakirin rejim û hêzên Kurdî li hev rûniştine.