Print this page

Li Miştenûrê 18 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

 

Rojava News: Di êrîşekê de ku ji aliyê şervanên Kurd û piştgiriya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Kobanê hatiye encamdan, 18 çekdarên rêxistina DAIŞê hatin kuştin.


Hatiye zanîn; duh 18ê Çile, şervanên Kurd bi piştgiriya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê êrîşek li dijî çekdarên DAIŞê li ser girê Miştenûr pêkanîn.


Di wê êrîşê de 18 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, herwiha şervanên Kurd dest danîne ser otombîleke çekdarên DAIŞê.


Li gor ku  şervanê Kurd gotine operasyonên firokeyên hevpeymanan li ser pêgehên DAIŞê û diyar kir ku, firokeyên hevpeymanan 3 operasyon li ser pêgehên DAIŞê encam dan, topbaran pêgehên rêxistina navborî ji aliyê Hêzên Pêşmerge jî berdewam e.